• Tuesday, 24 February 2026
logo

Hikûmeta Herêmê hejmarek biryarên girîng derkirin

Hikûmeta Herêmê hejmarek biryarên girîng derkirin

çarşemê 6ê Nîsana 2022yan bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civîna Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê birêve çû.

Di civînê de ku Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî amade bû, kurteyek derbarê serdana hefteya borî ya şanda Herêma Kurdistanê bo Îmarata Erebî û beşdarîkirina li Korbenda Enerjiyê ya Cîhanî û Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubay û civîn û hevdîtinên ligel rayedarên payebilind ên Îmaratê û rayedarên welatan di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan de ji aliyê Serokwezîr ve hat pêşkêşkirin.


Di hevdîtin û civînan de helwesta Herêma Kurdistanê li ser guhertin û pêşhateyên Iraq û navçe û cîhanê, bi taybetî derfetên pêşxistina sektora enerjiyê ya Herêma Kurdistanê, herwiha yadaştek li ser hevfêmkirina ligel dewleta Îmaratê hat îmzekirin ji bo pêşvebirina şiyana mirovî û pêşxistina saziyên Hikûmeta Herêmê û sûdwergirtina ji ezmûna serkeftina Îmaratê di warê hikûmeta elektronîk û dîjîtalkirina xizmetguzariyan de.

Herwiha di civîna îro ya Encûmena Wezîran de behsa rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê hat kirin û tekezî li ser karê ewil û niha yê hikûmetê hat kirin, dabînkirina mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê, ji vî alî ve jî, ti car Hikûmeta Herêmê xebata li ser dayîna mûçeyan di dema xwe de, texsîr nake.

Piştî pêşkêşkirina datayên li ser dahata petrol û dahata navxwe ya wezaret û saziyên Herêma Kurdistanê di meha Adara borî de, Encûmena Wezîran biryar da bi raspardina Wezareta Darayî û Aborî bi destpêkirina dayîna mûçeyên meha Adarê di roja yekşemê 10ê Nîsanê de.


Di beşa duyem a civînê de gotûbêj derbarê amadekariyên Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna guhertinên aboriyê yên çaverêkirî yên şerê Rûsya û Ukraynayê de hat kirin, bi taybetî di warê hawirdekirina genim û berhem û pêwîstiyên sereke yên xurekan, Encûmena Wezîran tekezî li girîngiya amadekariya aliyên pêwendîdar ên hikûmetê kiriye ji bo pêkanîna rêkarên pêwîst ji bo dabînkirina pêwîstiyên sereke yên xurekan, da ku bargiraniya tunebûna berhemên xurekan yan giranbûna wan li ser welatiyan dirust nebe.

Ji bo vê mebestê jî, Encûmena Wezîran pêşniyara wezaret û aliyên pêwendîdar pesend kir derbarê rakirina gumrigê bo 2 mehan li ser berhem û pêwîstiyên sereke yên xurekan, weke; ard, birinc, zeytê xwarinê, rûnê cemidandî yê giya û ajalan, çaya reş, şekir, nok, nîsk, baqle, lobya, fasûlye, şîrê zarokan bi hemû cûreyên xwe ve.

Di heman demê de Encûmena Wezîran tekez jî kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê siyaseta xwe ya piştevanîkirina berhemên navxweyî jî didomîne.


Beşa sêyem a civînê, gotûbêjkirina li ser projeyasaya piştevaniya dabînkirina asayîşa xurekê û geşepêdanê bû, ku ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve arasteyî Encûmena Wezîran hatiye kirin, Sekreterm Encûmena Wezîran Amanc Rehîm raporek pêşkêş kir li ser hûrgiliya projeyasayê û madde û birgeyên projeyê, piştî gotûbêjê, Encûmena Wezîran tekezî li ser dakokîkirina maf û heqên darayî yên Herêma Kurdistanê kiriye, weke heqên xwe yên destûrî, herwiha ji fraksiyonên Kurdistanî yên li parlamentoyê hat daxwazkirin ku di çarçoveya destûr û berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê û cîgirkirina maf û heqên Herêmê, ligel wan projeyasayan tevbigerin, di heman demê de Encûmena Wezîran, herdu Wezareta Darayî û Aborî û Wezareta Plandanînê raspart ku ji destpêkê ve ligel wezaretên federal ên hevtayên xwe, beşdar bin di gengeşekirina projeyasaya budceya Iraqê bo sala 2022yan.

Encûmena Wezîran biryar da, di hefteya bê de lijneyeke bilind bişîne Bexdayê bi mebesta gotûbêjkirina ligel aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Federal ji bo pêşvebirina hevahengiya di warê petrol û enerjiyê de li ser bingeha destûrê û bi liberçavgirtina parastina desthilatên destûrî yên Herêmê di vî warî de.

Top