• Tuesday, 24 February 2026
logo

Îro salvegera jidayîkbûna Barzaniyê nemir e

Gulan Media March 14, 2022 Nûçe
Îro salvegera jidayîkbûna Barzaniyê nemir e

119 sal bi ser jidayîkbûna rêberê bizava rizgariya kurd Mela Mistefa Barzanî re derbas dibe.

Îro 14 Adarê ye û roja jidayîkbûna Mela Mistefa Barzanî ye. Barzaniyê ku tevahiya jiyana xwe bo azadî û rizgariya kurd û Kurdistanê terxan kir.

Mela Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî, roja 14 Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye. Di temenê 3 salî de dikeve ber xezeba Osmaniyan û bi dayîk û birayê xwe yê mezin Şêx Ebdulselam dikeve zîndanê û 9 mehan di zîndanê de dimîne.

 

Mela Mistefa Barzanî sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dibe û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Bakurê Kurdistanê ji bona ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd de bê kirin.

 

Mela Mistefa di salên 1931-1932 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandehiya pêşmergeyên ku şerê Îngilîz dikirin, kir. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkeriyê de li wir eşkere bû.

 

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê bi alîkariya Brîtanya êrişî hêzên Kurd kir, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin û Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.

 

Hikûmeta Iraqê piştî salekê ji wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbata Barzanî derdixe. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û bizava kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

 

Mela Mistefa Barzanî karî şert û mercên wê demê, ku Şerê Cîhanî yê Duyem hebû, herwiha kûdetaya ku li dijî hikûmeta wê demê ya Iraqê hat kirin, bi sûda Kurdan bikar bîne û cardin vegere gundê xwe li devera Barzan. Tevahiya peywendiyên xwe bi Hikûmeta Iraqê re qedand û daxwaza hikûmeta lawaz ya Iraqê red kir. Hikûmeta Iraqê daxwaz kiribû Pêşmerge şer bide sekinandin.

 

Piştî ku Mela Mistefa Barzanî karî hêzeke 2500 kesî kom bike û xwe bihêz bike lê piştî sal û nîvê, hikûmeta Iraqê bi hêzeke mezin êrişî devera Barzan kir. Hêzên Pêşmerge bi fermandehiya Mela Mistefa şerekî mezin kirin lê paşê vekişiyan devera Kanî Reşê li ser sînorê Tirkiyê.

 

Piştî wî şerî Mela Mistefa bi heval û pêşmergeyên xwe ve derbasî Rojhilatê Kurdistanê û bajarê Mehabadê dibe. Roja ragihandina Komara Kurdistanê, 22 Mijdara 1946, Mela Mistefa wek fermandeyê artêşa Komara Kurdistanê li kêleka rastê ya Pêşewa Qazî Mihemed cih digire û pileya “general” werdigire.

 

Piştî ku Komara Kurdistanê hilweşiya, Mela Mistefa Barzanî bi pêşmergeyên xwe ve derbasî Sovyetê dibe lê li ser rê rastî êrişa hêzên Îranê tên û piştî şerekî mêrxasane derbasî Sovyetê dibin. 12 salan li Sovyetê dimîne û roja 26 Cotmeha 1958 vegeriya Iraqê. Hikûmeta wê demê ya Iraqê hinek soz dabûn Kurdan lê dema Mela Mistefa dît hikûmetê sozên xwe bicîh nehanî, Îlona 1961 dîsa dest bi şoreş û xebatê kir, wî şerî heya 11 Adara 1970 dirêj kir.

 

Sala 1968 partiya Beis kûdetayek li dijî hikûmeta Iraqê kir. Şert û merc hatin guhertin û Mela Mistefa Barzanî bi hikûmetê re dest bi danustandinê kir. Berhema wan danustandinan rêkeftina 11 Adara 1970 bû.

Li gorî wê rêkeftinê, Kurd dibe şirîkê Hikûmeta Iraqê û zimanê Kurdî dibe zimanê fermî û Kurdistan jî dibe herêmek xweser. Lê paşê hikûmeta Iraqê xwe ji wê rêkeftinê dizî û sala 1975 bi Îranê re li Cezayirê rêkeftinek îmze kir.

 

Roja 29 Îlona 1971 hikûmeta Iraqê hewl da Mela Mistefa tîror bike.

 

Mela Mistefa Barzanî dawiya sala 1975 nexweş dikeve ji ber wê jî diçe Amerîka.

 

Roja 1 Adara Sala 1979 li Amerîka koça dawiyê dike. Termê wî bi awayekî demkî li bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê tê veşartin, piştî Raperînê termê wî li devera Barzan tê veşartin.

 

Basnews

Top