• Tuesday, 24 February 2026
logo

Nirxê petrolê 110 Dolar derbas kir

Nirxê petrolê 110 Dolar derbas kir

 Nirxê petrolê li bazara cîhanê bilind bû û nirxê yek bermîl petrola Brent jî 110 Dolar derbas kir.

Ji ber êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê, îro Çarşemê buhayê bermîla petrola Brent ji sedî 4,88 zêde bû û bû 110,09 Dolar, her bermîlek petrola xav a Teksasa Rojava jî ji sedî 5,06 zêde bû û bû 108,64 Dolar.

Ev di demekê de ye, di yekem roja êrîşa Rûsya li ser Ukraynayê di 24/2/2022an de, ji bo cara yekem ji piştî 7 salan buhayê yek bermîl petrol 100 Dolar derbas kiribû.

Pispor dibêjin, Rewşa nazik a li Ukraynayê, cezayên darayî û enerjiyê yên li dijî Rûsyayê dê krîza enerjiyê aloztir bihêle û pêşbînî dikin; eger nakokî zêdetir bibin, buhayê petrolê dê hîn bilindtir bibe.

 

K24

Top