• Tuesday, 24 February 2026
logo

Osman Banîmeranî: Mela Mistefa Barzanî xebatkarekî mezin yê gelê kurd bû

Osman Banîmeranî: Mela Mistefa Barzanî xebatkarekî mezin yê gelê kurd bû

Endamekî serkirdetiya YNKê dibêje, serkirde û partiyên kurd divê mîna Mela Mistefa Barzanî bi ruhekî kurdane bo miletê kurd xebat bikin.

Endamê serkirdetiya YNKê, Osman Banîmeranî bi helkefta çil û sêyemîn salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ji BasNewsê re got, Mela Mistefa Barzanî mirovekî mezin û xebatkarekî mezin yê gelê kurd bû. Wî heta karî xizmeta doza gelê kurd kir.

Osman Banîmeranî her wiha got, Mela Mistefa Barzanî di serdema xwe de karî tevahiya aliyên nakok yên kurdan li hev bicivîne û wan di bin sîvanekî de kom bike. Bê guman ev yek ji aliyê herî baş yê rehmetiyê Mela Mistefa bû.

Wî endamê serkirdetiya YNKê anî ziman jî, pêwîst e serkirde û partî û aliyên kurd niha bi ruhekî kurdane û niştimanî bo berjewendiyên bilind yên xelkê Kurdistanê xebat bikin û li ser post û berjewendiyên şexsî şer nekin.

 

 

Basnews

Top