• Tuesday, 24 February 2026
logo

Li Til Temirê di navbera hêzên HSD û rêjîma Sûriyê de şer derket – Kuştî û birîndar hene

Li Til Temirê di navbera hêzên HSD û rêjîma Sûriyê de şer derket – Kuştî û birîndar hene

 Li bajarokê Til Temir yê Rojavayê Kurdistanê di navbera hêzên HSD û rêjîma Sûriyê de şer derket, kuştî û birîndar hene.

Meclisa serbazî ya bajarokê Til Temirê, ku girêdayî HSDê ye, ragehandiye, îro danê sibê hêzên rêjîma Sûriyê êrişî hêzên kirin ji ber wê jî di navbera wan de şer derket.

Li gorî agahiyan, di wî şerî de 2 şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye, her wiha du serbazên rêjîmê hatine kuştin û du serbaz jî birîndar bûne.

HSDê dibêje, destpêkê hêzên rêjîmê êrişî wan kirine û wan jî bersiv dane lê hîn nayê zanîn çima ew êriş û şer derketiye.

 

Basnews

Top