Li Hewlêrê nimayişa cilûbergan bi beşdariya 25 modelan hat lidarxistin
Li Hewlêr îro Sêşemê 1ê Adara 2022yan nimayişa modayê li Hola Palasio ya Hewlêrê hat lidarxistin û tê de berhemên 12 dizayneran hatin nasandin.
Di nimayişê modayê ya têkel de ku taybet ji bo jin û mêr hatiye çêkirin, 25 modelan cih girt.
Pêşandana modayê ya ku îro li Salona Palasioyê hat lidarxistin dê 2 rojan dewam bike.
Di roja duyemîn a pêşandana modayê de dê berhemên ku tên pêşandan bên firotin.
Herwiha di dema pêşandana modayê de hunermendên beşdar konsereke muzîkê pêşkêş kirin.
Rudaw
