Serokatiya Parlamentoya Iraqê dema civîna helbijartina serokomarê nû destnîşan kir
Roja 28.02.2022yê serokatiya Parlamentoya Iraqê ragehand, di civîna pêş a parlamentoyê de dê serokomarê nû bê helbijartin û dengdan ji bo lijneyên parlamentoyê dê bê kirin.
Fermangeha medyayî ya Parlamentoya Iraqê belav kir, serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî civîna pêş ji bo helbijartina serokomarê nû yê Iraqê destnîşan kiriye. Lê derbarê roja civînê bixwe de ti agahî nehatin dayîn.
Di civîna duh ya Parlamentoya Iraqê de 288 endamên Parlamentoya Iraqê amade bûn.
