Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîkî kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro duşemê 28ê sibata 2022yan pêşwazî li şanda serbazî ya Amerîkî ya bi serokatiya Şêwirmendê Bilind ê Serbazî kir.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herwiha di civînê de tekezî li girîngiya bihêzkirina hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo rûbirûbûna terorê hat kirin.
Şanda serbazî ya Amerîkî, pesnê çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û pêşveçûnên yekkirina yekeyên Pêşmerge da û bal kişand ser pêwîstiya berdewambûna piştgirîkirina Pêşmerge.
K24
