Hawirde û hinardeya Tirkiyê; ferq ji %235 zêde bû
Li gor Saziya Amarên Tirkiyê (TUIK), hinardeya Tirkiyê ya meha Çileya 2022ê li gor sala par %17.2 zêde bûye û gihiştiye 17 milyar û 587 milyon dolaran. Hawirdeya wê ya meha Çileya 2022ê li gor sala par %54.2 zêde bûye û gihiştiye 27 milyar û 848 milyon dolaran. Bi vî awayî ferqa navbera hawirde û hinardeya Tirkiyê li gor sala par a heman mehê %234.9 zêde bûye û ji 3 milyar û 64 milyon dolaran derketiye 10 milyar û 261 milyon dolaran.
Tirkiyê sala par di meha Çile de li beramber hawirdeyê bi rêjeya %83ê hinarde kiribû, lê îsal di heman mehê de li beramber hawirdeya ji derve bi rêjeya %63.2 hinarde kir.
`Hawirdeya Tirkiyê ya enerjiyê %236 zêde bû`
Herwiha di meha Çile ya 2022ê de ji bilî berhemên enerjî û zêr, hinardeya Tirkiyê bi rêjeya %19.6 zêde bûye û gihiştiye 16 milyar û 751 milyon dolaran û hawirdeya wê jî bi rêjeya %31.1 zêde bûye û gihiştiye 18 milyar û 413 milyon dolaran.
Li gor amarên TUIKê, meha Çile di serî de petrol û gaz hawirdeya Tirkiyê ya enerjiyê %236 zêde bûye û gihiştiye 8 milyar û 800 milyon dolaran. Di meha Çile de di hinardeya Tirkiyê de Almanyayê bi milyarek û 618 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt û di hawirdeyê de jî Rûsyayê bi 4 milyar û 637 milyon dolaran di rêza yekem de cih girt.
Rudaw
