Piştî bazirganê madeyên hişber reviya Berhem Salih ji biryara xwe paşde gav avêt
Li 28.02.2022yê piştî bazirganê madeyên hişber ê ji aliyê serokomarê Iraqê yê dema wî derbasbûyî Berhem Salih ve bi lêborîneke taybet a serokomar ve hat azad kirin, ew jî derket derveyî Iraqê û reviya û piştî ku reviya Berhem Salih ji biryara xwe paşde gav avêt.
Vê derbarê de siyasetmedarê navdar ê Iraqê û parlamenterê berê Fayeq Şêx Elî ragehand, eger rast be serokomarê dema wî derbasbûyî bi fermana komarî paşde vekêşabe, ev yek dibe yekem car di dîrokê de û karesatekî serokatiyê ye û berê jî çênebûye.
Herwaha got, di rastiyê de paşde vekêşîna vê biryarê êdî ti bandora wê tine, ji ber zilam ji xwe reviya ye û li Iraqê nemaye. Tene yek bandora wê biryarê heye ew jî sivikayî û heqareta li peywira serokomartiyê hatiye kirin e.
Siyasetmedarê Iraqî di tora xwe ya civakî twitterê de dawiyê de jî ji Berhem Salih re dibêje: ‘’Mamo eybe! Ew lewçetî ango henek pêkirine çiye?’’
Berdevkekî ji serokomartiya Iraqê berî naha ragehandibû ku serokomar Berhem Salih di civîneke li gel lijneyekî lêkolînê de ji herdu fermanan poşman bûye û paşde vekêşandiye.
Basnews
