• Tuesday, 24 February 2026
logo

Jineke Ukraynî li Stenbolê hat kuştin

Jineke Ukraynî li Stenbolê hat kuştin

Li Pendika navçeya Stenbolê, di şeva 26ê Sibatê de mêrekî Tirk ji ber hin sedemên nediyar hevjîna xwe ya xwe Ukraynî kuşt. Li gorî zanyariyan, Nihat Erdemê xelkê Qonyayê, hevjîna xwe ya Ukraynî ya bi navê Olha Erdemê, di metbexa malê de bi kêran kuşt û dûra gule berê serê xwe da û xwe kuşt.

Di destpêkê de di medyaya Tirkî de, mirina jin û mêrê hevserê hev wek mirineke bi şik û guman hatibû ragihandin, lê li gorî zanyariyên nefermî, bûyer ji ber nîqaşkirinê encam daye û mêrik piştî ku hevjîna xwe ya Ukraynî kuştiye xwe jî kuştiye.

İrfan Delitaş hevalê Nihat Erdem “Ez karê tersxaneyê dikim. Hevalê me Nihat Erdem demekî li gel min dixebitî. Merivekî di halê xwe de bû. Ji jina xwe ya berê veqetiyabû û jê keçikek wî hebû. Dûra min bihîst ku, Nihat li ser internete jinekê Ukraynî nas kiriye û pê re zewiciye. Liv ê apartmanê, li qata herî jor de dima. Li tersxaneyê kar dikir. Herî dawî min beriya 2-3 mehan ew dîtibû. Duh êvarê jî ev bûyer çêbûye. Ez zaf li berê ketim.”

Di sala 2021an de li Tirkiyê 367 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û mirina 217 jinan jî bi şik û guman ma. Di Çileya 2022yan de jî 26 jin hat kuştin, mirina 28 jinan jî bi guman e

Derbarê bûyerê de lêpirsîna Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê berdewam dike. Polîsên Stenbolê piştî ku li malê 5 saet lêkolin kirin cinazeyê jin û mêrê hevserê hev ji bo Tiba Edlî ya Stenbolê ji bo otopsiye veguhestin. Cinazeyê Nihat Erdem piştî otopsiyê ji bo bajarê wî Qonyayê hat şandin, lê cinazeyê Olhaya Ukraynî bêxwedî ma.

 

Rudaw

Top