• Tuesday, 24 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li şandeka bizava Babîlyon kir

Gulan Media February 28, 2022 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li şandeka bizava Babîlyon kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeka bizava Babîlyon ya Iraqî kir.

Serok Barzanî îro li Selahedîn pêşwazî li şandeka bizava Babîlyon bi serokatiya Reyan Kildanî kir.

Di civînê de rewşa siyasî û pêşhatên Iraqê hat axaftin.

Di hevdîtinê de behsa mafên Destûrî yên pêkhateyan li Iraqê jî hat kirin û hat gotin ku divê ew maf bên parastin û pêkhate jî zêdetir li hev nêzîk bibin.

Şanda mêvan kêfxweşiya xwe ji rola Herêma Kurdistanê di piştevanîkirina pêkhateyên ayînî û etnîkî jî nîşan da.

 

 

Rudaw

Top