“Berhem Salih li hember tankên Kerkûkê bêdeng e lê bazirganê madeyên hişber dide berdan”
Serkirdeyekî Partiya Sosyalîst Demokrat ya Kurdistanê (Sosyalîst) dibêje, serkomarê Iraqê Berhem Salih bo bazirganekî madeyên hişber dengê xwe derdixe lê li hember tank û panzerên li Kerkûkê bêdeng e.
Rexne û gazindên li hember berdana bazirganekî madeyên hişber ji aliyê serkomarê Iraqê Berhem Salih ve berdewam in.
Berpirsê melbenda partiya Sosyalîst li Kerkûkê, Resûl Reûf ji BasNewsê re got, mixabin serkomarê Iraqê Berhem Salih, ku kesekî kurd e li hember zilm û zora ku li Kerkûkê li kurdan tê kirin, bêdeng e lê kurê parêzgarekî Iraqê ku li ser bazirganî bi madeyên hişber hatibû girtin, berdide.
Resûl Reûf her wiha got, Berhem Salih di heyama serkomariya xwe de tenê carekî jî nehat Kerkûkê. Ev jî nîşan dide ku ew kesekî bêdeshilat û bê berpirsiyarî ye.
Wî serkirdeyê Sosyalîst anî ziman jî, tank û panzerên Iraqî li nav taxên kurdan li Kerkûkê hatine danîn. Berhem Salih li hember wan bêdeng e lê bo bazirganên madeyên hişber her tiştî dike.
Basnews
