Welatiyên Kurdistanê yên li Ukraynayê tên agahdarkirin
Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, xeta germê bo Kurdistaniyê ku li Ukraynayê ne ragihand û ew agahadar kirin jî, di her derketina bûyereke nişkavayî de, pêwendiyê bi wan hejmarên telefonê bikin.
Di daxuyaniyê de hat, “Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê hêviya selametiyê ji revenda Kurdistanê ya li Ukraynayê re dixwaze.”
Herwiha tekez kir jî, “Em Kurdistaniyên ku li Ukraynayê ne agadar dikin, ji berk u nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wî welatî nîne, di her dema pêwîst û her egerekê de, pêwendiyê bi Balyozxaneya Iraqa Federal li Ukraynayê re bikin.”
Daxwaz ji Kurdistaniyên ku li Ukraynayê ne kir jî, di egera derketina her bûyereke nişkavayî de, pêwendiyê di van hejmarên telefonê yên li jêr in re bikin:
Balyozxaneya Iraqê li Ukraynayê:
+38974007307
+380952041153
+9647518503123
Xeta germ:
+380979244948
Herwiha Kurdistaniyên ku berê xwe dane Hungarya, Romania û Polandayê, ew jî dikarin ji bo heman armancê, pêwendiyên bi van hejmarên telefonê re bikin:
Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polandayê:
+48606716040
Balyozxaneya Iraqê li Warsaw:
+48792650803
+48730851480
K24
