Hoşyar Zêbarî: Divê serkomarê Iraqê xwedan bawernameya reftar be!
Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî dibêje, divê serkomarê Iraqê xwedan bawernameya reftar be.
Hoşyar Zêbarî li ser berdana bazirganekî madeyên hişber ji aliyê serkomarê Iraqê Berhem Salih ve peyamek belav kiriye.
Zêbarî di peyama xwe de ku li ser facebookê hatiye belavkirin, gotiye, biryara serkomarê Iraqê bo berdana bazirganekî madeyên hişber, ku bi fermana dadwer hatiye girtin, nîşan dide ku serkomar pêwîstî bi bawernameya reftar û reftarên baş heye da ku ji aliyê dadwerên serbixwe ve were pesendkirin.
Li gorî hinek belgeyan, serkomarê Iraqê Berhem Salih, ku dema serokatiya wî xilas bûye, fermanek bo berdana bazirganê madeyên hişber Cewad Loey Cewad derxistiye.
Cewad Loey Cewad kurê parêzgerê berê yê bajarê Necef yê Iraqê ye û sala 2018 ji ber bazirganîkirin bi madeyên hişber hatibû girtin.
Li gorî agahiyan, fermana berdana wî bazirganê madeyên hişber roja 10 meha Çileya îsal hatibû dayîn û heman rojê jî hatibû berdan.
Basnews
