Şer gihîşt kolanên Kievê
Tankên artêşa Rûsyayê nêzîkî navenda bajarê Kievê bûne. Berpirsên bajar dibêjin Kiev di rewşeke berevaniyê de ye. Hêzên Ukraynayê bi tank û zirxpoşan di nav cadeyên bajêr de belav bûne. Herwiha 80 hezar tifeng bi ser xelkê asayî de hatine dabeşkirin daku berevaniyê bikin. Artêşa Rûsyayê jî dibêje wan Kiev bi temamî dorpêç kiriye. Serokê Ukraynayê jî li Kievê peyamek da gelê xwe.
Serokê Ukraynayê Volodmyr Zelensky "Serok li vir e, leşkerên me li vir in û welatî li vir in. Em hemû li vir in û berevaniyê li serbixweyiya welatê xwe dikin."
Artêşa Ukraynayê dibêje şerekê giran li Bakurê Kievê diqewime û da zanîn ku di du rojên destpêkê yên şer de nêzîka hezar leşkerên Rûsyayê hatine kuştin. Serokê Ukraynayê herwiha dibêje heta roja înê 137 leşkerên Ukraynî û 316 ên din jî birîndar bûne.
Roja Înê li 6 navçeyan şerê giran di navbera hêzên herdû aliayan de berdewam bû.
Artêşa Rûsyayê êrîşa asmanî li ser 10 navçeyan pêkanî û heta niha herî kêm 4 navçe kontrolkirine. Piştî ku ragihand, welatê wî li beramber êrîşa Rûsyayê bi tenê hatiye hiştin, Serokê Ukraynayê daxwazek arasteyî Putîn kir.
Serokî Ukraynayê Volodmyr Zelensky "Bila em bi hevre rûnin gotûbêjan bikin daku nehêlin xelk bimire."
Lê piştre Kremlinê ragihand, ku Ukraynayê gotûbêjên xwe ligel Rûsyayê rawestandine.
Berdevkê Serokê Rûsyayê Dimitry Peskov "Mixabin di demekê de, ev rawestandina dirêj vedikişe. Weke Serok got, Ukrayniyan dest bi cîgirkirina hejmareke mûşekavêjan li cadeyên sîvîl ên bajarên mezin kiriye. Kiev jî di nav de."
Îstixbareta Brîtanyayê jî dibêje "Hêzên Ukraynayê li navendên bajaran bereveaniyeke bihêz dikin."
Piştî lûtkeya NATOyê, Sekreterê Giştî yê wê hevpeymaniyê ragihand ku ew dê li ser piştgiriya bo Ukraynayê berdewam dibin.
Hevdem Yekitiya Ewropayê razîbû ku sermayeya Putin û Lavrov di nav wê yekitiyê de bê ragirtin
Rudaw
