• Tuesday, 24 February 2026
logo

Biden û Zelensky cezayên nû bo ser Rûsyayê gotûbêj kirin

Gulan Media February 26, 2022 Nûçe
Biden û Zelensky cezayên nû bo ser Rûsyayê gotûbêj kirin

Serokên Amerîka û Ukraynayê di peywendiyeke telefonî de sepandina cezayên nû bi ser Rûsyayê de gotûbêj kirin.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky Ii ser hesaba xwe ya Twitterê eşkere kir ku wî îro li gel Serokê Amerîkayê Joe Biden peywendiyeke telefonî pêk anî.

Serokê Ukraynayê di wê peyama xwe de kêfxweşiya xwe li hember `piştevanî`ya Amerîkayê derbirî.

Zelenskyy li ser naveroka peywendiya telefonî ya li gel Biden jî got, wan mijarên tuntirkirina sizayên li ser Rûsyayê, alîkariya berçav bo parastina Ukraynayê û pêkanîna hevpeymaniyeke li dijî şer gotûbêj kirin.

Li aliyê din Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî li gel hevtayê xwe yê Ukraynî Dmytro Kuleba peywendiyeke telefonî pêk anî.

Di wê peywendiyê de êrişên Rûsyayê hatin şermezarkirin û rewşa dawî hat gotûbêjkirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de li ser herdu peywendiyên telefonî zanyariyên zêdetir ragihandin.

Ned Price tekez kir ku di wan peywendiyên telefonî de piştevaniya bo Ukraynayê hat dûpatkirin.

Wezîrê Berevaniya Ukrayna jî li ser rewşa bereyên şer ragihand, “Em bersiveke tund didin hêzên Rûsyayê. Bi hezaran serbazên Rûsî li nav xaka me tên kuştin.”

Herwiha Artêşa Ukraynayê jî diyar kir, “Artêşa Rûsyayê li nêzikî bajarê Konotop rastî şikestineke mezin hat.”

Li aliyê din Hikûmeta Brîtanyayê jî samanên Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Wezîrê Derve Sergey Lavrov ên li welatê xwe ragirt.

Wezîrê Derve yê Almanya jî amaje bi wê kir, “Sizayên me dê bandoreke mezin li ser aboriya Rûsyayê bikin.”

Wezîrê Derve yê Çînê jî dibêje, “Em rêz li serweriya axa Ukrayna digirin, lê divê bersiva nîgeraniyên Rûsya yên li ser berfirehbûna NATO ber bi rojhilat ve bê dayîn.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ferman da berpirsên Amerîkî ku ji îro ve hemû peywendiyên li gel hevtayên xwe yên Rûsî rabigirin.

 

Rudaw

Top