'Agirê şerê Ukraynayê dê bigihîje Rojhilata Navîn'
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên hişyarî li ser şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê dide.
Fuad Husên diyar dike; agirê şerê Ukraynayê dê bigihîje Rojhilata Navîn û Iraqê, herwiha diyar dike ku hevkêşeyên navdewletî wisa ne "yan tu li gel me yî, yan li dijî me yî", loma bandorên wê dê bigihîjin navçe û Iraqê.
Husên ragihand; aliyên siyasî yên Iraqê li gor pêwendiyên xwe yên navdewletî, bandora şerê Rûsyayê li dijî Ukraynayê, dê bi ser wan de dirust bibe.
Wezîrê Derve yê Iraqê tekez kir ku divê zimanê gotûbêjan di ser tund û tûjiyê de be, çimkî Iraq nikare şerekî din tehemul bike.
Herwiha destnîşan dike: “3 nifşên welatê me di nav şer û rûbirûbûna serbazî de jiyane.”
K24
