Piştî Ukraynayê welatekî din Rewşa Awarte ragihand
Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja 24ê Sibata 2022yan êrîşa seranserî li ser Ukraynayê kir û piraniya bajarên wê dagir kir, Lîtwanya jî Rewşa Awarte ragihand.
Serokê Lîtwanyayê Gitanas Nauseda ligel Encûmena Bilind a Asayîşê ya welatm xwe civiya û bi fermanekê, Rewşa Awarte ragihand.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê danê sibê biryara destpêkirina operasyoneke leşkerî ya taybet bo parastina Donbasê li başûrê rojhilatê Ukraynayê ragihand.
Putin diyar dike ku Rûsya nahêle Ukrayna bibe xwedî çekên atomî û bibe endama NATOyê
