Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê: Li pişt biryara daxistina nirxê dînar wezîrê darayî heye
Cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê ragehand, wezîrê darayî yê Iraqê sedemê daxistina nirxê dînar û bilind kirina nirxê dolar e.
Îro 23.02.2022yê cîgirê serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamlî di civîneke çapemeniyê ya li Necefê de ragehand: Zêdetir ji 100 parlamenteran îmza kir, ku wezîrê darayî yê Iraqê Elî Elawî ji parlamentoyê re bê vexwandin.
Hakim Zamlî got: Bilind kirina nirxê dolar û daxistina nirxê dînar ti sûdekî wê ji bo dewleta Iraqê nebûye.
Herwaha got, Elî Elawî li pişt daxistina nirxê dînar e û herwaha berpirse ji deyn kirina bankayên ji derve û zêdebûna deynên navxweyî.
Roja 19.12.2020ê banka navendî ya Iraqê ragehand, bi biryara serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û ji bo derbas kirina krîza darayî nirxê dînar hatiye daxistin û 10 dolarê Amerîkayê bûye 147 hezar dînar. Berî wê biryarê nirxê 100 dolar 120 hezar dînar bû.
Basnews
