Li Îlamê kurdek hat bidarvekirin
Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd hat bidarvekirin.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, îro danê sibê li nav girtîgeha navendî ya bajarê Îlamê de girtiyekî kurd bi navê Ferşad Ferzî hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd ku 30 salî bû, 8 sal berê bi tohmeta kesekî hatibû girtin û bi sizayê îdamê hatibû mehkûmkirin.
Basnews
