Encûmena Wezîran: Biryara Dadgeha Federalî nedestûrî û nedadperwerane ye
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya û di civînê de tekezî li ser wê hate kirin ku biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya derbarê gaz û petrola Herêma Kurdistanê de bi nedestûrî û nedadperwerane zanî.
Encûmena Wezîran îro 23ê Sibata 2022an civiya. Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî kurteyek derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Qeter û beşdariya di Konferansa Asayîşê ya Munichê de pêşkêş kir û amaje bi wê da ku di hemû hevdîtinan de, wan helwesta Herêma Kurdistanê derbarê hemû babetên pêwendîdar de ronî kirine û tekezî li wê kirine ku Herêma Kurdistanê li navçeyê faktereke girîng a ewlehî û aramiyê ye .
Piştre, guftûgo li ser biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya roja 15/2/2022an ya taybet bi sektora gaz û petrola Herêma Kurdistanê hate kirin. Piştî guftûgokirineke hûr, Encûmena Wezîran biryara Dadgeha Bilind a Federalî bi nedestûrî û nedadperwerane bi nav kir. Tekezî li wê jî hate kirin ku Herêma Kurdistanê berdewam dibe bi hewlên xwe ji bo parastin û berevanîkirina li maf û desthilatên xwe yên destûrî wek ku di destûra Iraqê de hatine bicihkirin ku piraniya xelkê Iraqê di sala 2005an de deng li ser wê destûrê daye. Di heman demê de Hikûmeta Herêmê helwesta xwe ya neguhêr dupat dike ji bo berdewambûna di karên hevbeş ligel Hikûmeta Federalî ji bo gihîştina rêkeftinê li ser çawaniya çareserkirina vê babetê.
Di civînê de, Encûmena Wezîran reşnivîsa rojmêrî ya çandiniyê li Herêma Kurdistanê pesend kir ku ji aliyê Wezîra Çandiniyê û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî ve hatibû pêşkêşkirin.
