• Wednesday, 25 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî derbarê tundiya li dijî jinan peyamek belav kir

Gulan Media February 24, 2022 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî derbarê tundiya li dijî jinan peyamek belav kir

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê şewitandina Şinyar Huner de peyamek belav kir û ragihand, “Em bi her şêweyî jinkujî û serkutkirin û azardana jinan bi çi hincetê be, şermezar dikin. Em hemû aliyan piştrast dikin ku tawanbar dê rûbirûyî yasayan bibin.”

Jina bi navê Şinyar Huner ku ji aliyê hevjînê xwe ve hatibû şewitandin îro, 23yê Sibata 2022yan ji ber birînên xwe yên giran, jiyana xwe ji dest da.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro derbarê kuştina Şinyar Huner de peyamek belav kir û ragihand, “Wek her dem û heta dawiyê, em rûbirûyî diyardeya rûreş a tundiya malbatî dibin û bi her şêweyekî jinkujî û serkutkirin û azardana jinan bi çi hincetê be şermezar dikin."

Nêçîrvan Barzanî di peyamê de “di asta herî bilind de hevsozî û hevxemiya” xwe li gel dayik, bav, malbat û kesûkarên Şinyar Huner a dayika du zarokên sava derbirî û serxweşiyên xwe pêşkêş kirin û hêviya aramiyê bo wan xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, “Mixabin amarên jinkujî û tundiya li hember jinan bi hemû şêweyek, hêj cihê nîgeraniya mezin in û nav û navdariya Herêma Kurdistanê û civakê lekedar dikin, lewma berpirsyariyê dixin stûyê me hemûyan.”

Nêçîrvan Barzanî diyar dike: “Em hemû aliyan piştrast dikin ku tawanbar rûbirûyî yasayê dibin û hemû saziyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê bi awayekî gurtir rûbirûyî vê çanda paşketî dibin.”

Top