• Tuesday, 24 February 2026
logo

NY: Guhertinên li Ukraynayê bandorê li rewşa Sûriyê dikin

Gulan Media February 24, 2022 Nûçe
NY: Guhertinên li Ukraynayê bandorê li rewşa Sûriyê dikin

Aloziya Ukrayna ku niha di rojeva cîhanê de ye rasterast bandorê li rewşa Sûriyê dike. Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen serdana Moskowê kir. Li wir Wezîrê Derve yê Rûsya jê pirsî "madem tu nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yî, çima rêxistina we piştevaniya rewşa Ukraynayê dike û ketiye bin bandora biryarên welatên rojavayî". Piştre Pedersen da xuyakirin ku aloziya Ukrayna bandorê li rewşa Sûriyê dike.

Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen ji bo rewşa Sûriyê çû Moskowê, lê dema derbarê Ukraynayê de pirs jê hat kirin matmayî ma.

Sergei Lavrov ji Gier Pedersen re got, madem tu nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûy ye, divê tu bersiva van pirsyaran bidî, ku çima rêxistina we piştevaniya rewşa Ukraynayê dike û ketiye bin bandora biryarên welatên rojava.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov got "Sekrteterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, ku hûn wek nûnerê wî li vê derê ne, ketiye bin guşarên welatên Rojava û wê rojê çend caran daxuyanî derbarê rojhilatê Ukryanyaê de dan, ku ev yek li gel cih û desthilata wî bikêr nayê li gorî peymannameya Neteweyên Yekbûyî."

Gier Pedesresen pêşbînî nedikir  pirsyareke wiha jê bê kirin, lê tekezî ser daxuyaniya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kir ku biryara Putin ya itirafkirina bi herdû herêmên Ukraynayê binpêkirine ji serweriya axa wî welatî re.

Pederesen piştre behsa rewşa Sûriyê kir û ragihand ku bandora krîza Ukraynayê li ser rewşa Sûriyê jî heye, ji ber rola  Amerîka û Rûsyayê û hebûna hêzên wan li wî welatî ku dê guhertinê jiopolîtîkî li wir hebin.

Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Gier Pedersen ragihand " Sekreterê giştî tekez kir Neteweyên Yekbûyî piştevaniya serwerî û yekbûna axa Ukraynayê dike, li gor peymanameya Neteweyên Yekbûyî û biryarên Civaka Giştî û yên Encûmena Ewlekarî ser bi Neteweyên Yekbûyî, wek şanderê taybet bo Sûriyê , ez dilgiranim ku guhertinên li Ukraynayê bandoreke nerênî li ser rewşa Sûriyê bikin, lê em hêvî dikin ev yek nebe."

Pirsgirêk dinavbera Amerîka û Rûsyayê li Sûriyê hene û roleke herdû welatan a giring heye derbarê proseya Astana û Geneva jibo dîtina çareseriyeke siyasî herwiha li ser komîta nivîsandina destûra Sûriyê .

 

Rudaw

Top