• Tuesday, 24 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Ti şerefek di kuştina jinan de tune ye

Gulan Media February 24, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Ti şerefek di kuştina jinan de tune ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê Şinyar Huner de ku ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin, peyamek belav kir û ragihand; ti şerefek di kuştina jinan de tune ye.

Di peyamê de hatiye diyarkirin: “Tenê îsal, 9 jinên bêtawan di encama tundiya malbatî ve hatine kuştin, ev tawan divê rawestin û em weke gelê Kurdistanê nabe vê yekê qebûl bikin, weke hikûmetê jî em alîkar û piştevanê dadgehê dibin di sepandina cezayê herî tund de ji bo van tawanan.”

Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

Ez gelek nîgeran û xemgîn im ji ber bûyerên van demên dawî yên tundiya li dijî jinan li Herêma Kurdistanê. Ez li vir dubare dikim ku ti şerefek di kuştina jinan de tune ye.

Em ligel Wezîrê Navxwe li ser bûyera diltezîn a Şinyar Xan axivîn û me pesnê karmendên polîs da ji ber desteserkirina tawanbar û min piştgiriya xwe ji bo cezakirina tawanbaran cardin anî ziman.

Tenê îsal, 9 jinên bêtawan di encama tundiya malbatî de hatine kuştin, ev tawan divê rawestin û em weke gelê Kurdistanê nabe vê yekê qebûl bikin, weke hikûmetê jî em alîkar û piştevanê dadgehê dibin di sepandina cezayê herî tund de ji bo van tawanan.

Ez rijd im li ser parastina hemû jin û keç û zarokên ku di metirsiyê de ne. Ez dizanim ku pêwîstî bi dem û pabendbûneke cidî heye, loma jiholêrakirina vê diyardeya nemirovî, pêwîstî bi beşdariya her kesî heye, weke çalakvanên civaka sivîl û berpirs û kesayetên olî û civakî, herwiha pêwîstiya me bi encamdana çaksaziyê di sîstema dadwerî de heye.

Em hemû hewldanên xwe dikin ji bo bidawîkirina van tawanan.

Mesrûr Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Top