Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê spasiya Mesrûr Barzanî kir
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê ji ber biryara ragirtina bacê bi awayê ketober, spasiya serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê Sîrwan Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryara ragirtina bac bi awayê ketober ji bo pîşesaz û xwedî dukan û pîşeyên biçûk da.’’
Sîrwan Mihemed li gel pêzanînên Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê û rêxistinên sektora taybet a derbarê vê biryarê de, ragehand: ‘’Ev pêngav hewldaneke ji bo çaksaziyê û giringî dayîn û vejandina sektora taybet e.’’
Herwaha diyar kir, ragirtina wergirtina bac bi awayê ketober, daxwaza sektora taybet e û ‘’Me di gelek civînan de bi nivîskî û bi raport ew daxwaz me pêşkeşî wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye.’’
Sîrwan Mihemed hêvî xwest lijneyekî taybet bi nûnertiya odeyên bazirganiyê ve bo darijandina mercên zanistî bo wergirtina bac ji pîşesazan, bi awayê piştgirîbe bo hikûmetê û ew pîşe hemû li berçav bên girtin û lijneyek vê derbarê de bê pêkanîn.
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Silêmaniyê daxwaz kir, ev pêngav bibe bingehek bo baca şîrketan û çalakiyên din ên cuda cuda û bac li gor destkeft bê wergirtin wekî ku di yasayê de li ber her karekî ketiye.
Basnews
