• Wednesday, 25 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Xarpêtê dest bi operasyoneke nû kir

Gulan Media February 23, 2022 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Xarpêtê dest bi operasyoneke nû kir

Li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê operasyonên serbazî yên artêşa Tirkiyê bi dawî nabin. Wezareta Bervaniyê ya Tirkiyê ragihand ku artêşa wî welatî li sînorê parêzgeha Xarpêtê dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Zivistan-26 kiriye.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-26” vê sibê bi beşdarbûna 870 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û cerdevanan destpê kiriye.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê 14ê Sibata 2022ê jî diyar kiribû ku li parêzgeha Colemêgê ya Bakurê Kurdistanê operasyona bi navê “Eren Zivistan-25” daye destpêkirin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîlayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Tirkiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.

Ev operasyon di demekê de ne ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di daxuyaniyên xwe de dibêje, hejmara gerîlayan li Tirkiyê daketiye jêr 180ê kesî.

 

Rudaw

Top