• Wednesday, 25 February 2026
logo

Ji bo Serokomariya Iraqê navên 33 namzetan hatin qebûlkirin

Gulan Media February 23, 2022 Nûçe
Ji bo Serokomariya Iraqê navên 33 namzetan hatin qebûlkirin

Parlamentoya Iraqê bi hukmên maddeya 4 a yasaya namzetbûna ji bo postê Serokomariya Iraqê, navên namzetan eşkere kir.

Li gor daxuyaniya Parlamentoya Iraqê, 59 kesan xwe ji bo postê serokomariyê kirine namzet û 26 kes ji ber çend sedeman ji namzetbûnê hatine dûrxistin.

Hat ragihandin ku 4 kesan xwe ji namzetbûnê vekişandine, 14 kes ne xwedî mercên namzetbûnê bûne, 2 kes bawernameyên wan ên zanîngehê tune bûye û şarezayê siyasetê nebûne. 3 kes xwedî bawernameyê nebûne û kesek jî mercê temen tê de tune ye.

Li gor daxuyaniya Parlamentoya Iraqê navên 33 kesan ji bo Serokomariya Iraqê hatine qebûlkirin.

 

K24

Top