Biden: Em ê sizayan bi ser Rûsyayê de bisepînin
Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser rewşa nû ya Ukraynayê ragihand; ew ê sizayên zêdetir bi ser Rûsyayê de bisepînin.
Joe Biden diyar kir; Rûsyayê mûşekên xwe ber bi Ukraynayê ragirtine û divê baca van xeletiyên xwe bide.
Biden dibêje; Rûsyayê 150 hezar serbaz li nêzîkî sînorên Ukraynayê danîne û hewldanên Moskowê rewş aloztir kiriye.
Li ser sizayan jî ragihand; çar saziyên mezin ên Rûsyayê dê werin sizadan û ew ê sîstema banka ya Rûsyayê bixin lîsteya sizayan.
Serokê Amerîkayê diyar dike; ew ê siza bi ser rayedarên bilind ên Rûsyayê de bisepînin û bêhtir çek û pêwîstiyên serbazî bişînin Ukraynayê.
K24
