Li Rihayê xwîndariya 48 salan bi dawî bû
Li navçeya Kaniya Xezalan ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, du malbatên ku di 48 salan de 6 kes ji hevûdu kuştin lihev hatin.
Li gundê Koranê yê Kaniya Xezalan berî 48 salan malbatên Başak û Damar ji ber pirsgirêka avdana erdan şerê hevûdu kirin û di 48 salan de ji her du aliyan 6 kes hatin kuştin.
Her du malbat bi navbeynkariya rûsipiyên herêmê li navenda Rihayê lihev hatin û dijminiya di navbera xwe de bi dawî anîn.
Parêzgarê Rihayê Ebdulah Erin dibêje: “Ez gelek spasiya wan kesan dikim ku di vê aşitiyê de keda wan heye. Ez li ser navê bajarê me, li ser navê Kaniya Xezalan û li ser navê mirovayetiyê spas dikim, Xwedê ji wan razî be.”
Hejmareke zêde ya welatiyan, siyasetmedar û berpirsên bajêr beşdarî merasîma lihevhatinê bûn.
Parêzgarê Rihayê Abdullah Erin jî got: “Xwîndarî, şer û dijminahî ne çarenûsa bajarê me ye. Xwezî ti caran lihevnekirin nebûya û mirovan zerar nedana hevûdu. Xwezî Riha her dem bi kuştin û xwîndariyan neyê bibîranîn û pêwîstiya me bi aşitiyên bi vî awayî nebûya.”
Her du malbat, piştî xwendina quranê û duayan hevûdu hembêz kirin û belav bûn. Li Rihayê di serî ji ber mijarên erdan gelek pirsgirêkên civakî diqewimin û kuştin çê dibin. Li Rihayê di saleke dawî de 56 çekên lûledirêj, 1086 demançe, 366 çifte, 912 demançeyên teqteqok bi tevahî 2 hezar û 420 çek û 285 hezar û 733 guleyên bêmohlet hatin girtin.
Rudaw
