• Wednesday, 25 February 2026
logo

Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kir

Gulan Media February 23, 2022 Nûçe
Artêşa Tirkiyê li Çiyayê Bagokê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirkiyê li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê dest bi operasyonê kir.

Li gor zanyariyên xwecihî artêşa Tirkiyê li devera Çiyayê Bagokê li navçeya Nisêbînê dest bi operasyenekê kiriye.

Hat ragihandin ku di çarçoeveya wê operasyonê de hemareke zêde ya zîrxpoş û tîmên taybet bo navçeyê hatine veguhastin. Herwiha ji Binkeya Leşkerî ya Cevatpaşa ya Midyadê jî helîkopter bo navçeyê hatine şandin.

Derbarê vê liv û tevgera leşkerî ya artêşa Tirkiyê de aliyên fermî heta niha ti zanyarî belav nekirine.

 

Rudaw

Top