• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şaciwana Ewropayê ji bo xebatên modayê serdana Cizîrê kir

Gulan Media February 23, 2022 Corane
Şaciwana Ewropayê ji bo xebatên modayê serdana Cizîrê kir

Şaciwana Kurd a ji bajarê Dêrsimê Duygu Çakmak, ku bi xebatên xwe yên ji bo danasîna parêzgehên Bakurê Kurdistanê balê dikişîne ser xwe, vê carê serdana navçeya Cizîrê ya Şirnexê kir.

Navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi bedewiyên xwe yên sirûştî û dîrokî bûye cihê çalakiyên modayê.

Duygu Çakmak, ku di pêşbirka şaciwaniyê “Miss Europe 2021” ya li Beyrûta paytexta Lubnanê de, wek sêyemîn keça herî delal li Ewropayê hat hilbijartin, ji bo danasîna herêmê serdana Kelha Cizîrê, Gora Mem û Zînê û Mala Dengbejan kir.

Duygu Çakmak li Mala Dengbêjan a Cizîrê
Şaciwana Kurd Duygu Çakmak diyar kir ku parêzgehên Bakurê Kurdistanê di çapemeniyê de bi xirabî tên nîşandan û ew bi serdana xwe ya Cizîrê, dixwaze vê nêrînê bişkenîne.

Duygu Çakmak li navçeya Cizîrê serdana Birca Belek ku dîroka wê vedigere 4000 sal berî zayînê, Mala Dengbêjên Cizîrê û Gora Mem û Zînê kir û got ku ew bi wê serdana xwe gelk kêfxweş bûye.

Duygu Çakmak li Birca Belek
Çakmak ku di heman demê de modelek e jî got, “Min wêne û dîmenên xwe tomar kirin, ez dixwazim ev der bi ciwaniya bên bibîranîn. Li vir xwezayeke pir xweş heye. Çiyayê Cûdî heye. Em li vir in ku vê ciwaniyê nîşanî mirovan bidin. Ez dê ji bo xebatên xwe yên paşerojê bên vir. Di mehên pêş me de em ê biçin serê Çiyayê Cûdî li herêma Sefîne û ez plan dikim ku piraniya karên xwe yên din li parêzgehên herêmê bikim. Ji ber ku têgihiştina xirab a li ser van deran divê bê guhertin. Ez ne rojhilatî ne jî rojava me; bi rastî ez ji Anatoliyê me. Ji ber vê yekê ez li vir im û dê li vir bimînim."

Çakmak ku ewil serdana Gora Mem û Zînê ziyaret kir û dua xwend, piştre derbasî Mala Dengbêjan a Cizîrê bû. Duygu Çakmak ê ku bi dengbêj û hunermendên navdar ên herêmê Mesût Cizîrî, Abdurrahman Cizîrî û Diyar Aslan re hevdîtin pêk anî, piştre serdana Birca Belek û li wir wêne û dîmenên xwe tomar kirin.

Duygu Çakmak
Piştî gera xwe Duygu Çakmak wiha hestên xwe anî ziman: “Me xebatên xwe li Gora Mem û Zîn, Mala Dengbêjan û Birca Belek a li qiraxa Çemê Dîcleyê qedand. Ez kêfxweş im ku li Birca Belek a dîrokî bi cil û bergên herêmî bedewiyan nîşan bidim û ez dê bo nîşandina van bedewiyan berdewam bim.”

 

Rudaw

Top