Serokê Ukraynayê: Em ji tu kesî natirsin
Piştî nasandina herdû deverên Donetsk û Luhanskê li rojhilatê Ukraynayê wek du komarên serbixwe ji aliyê Rûsyayê ve, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku ew li ser axa xwe ne, ji tu kesî natirsin û welatê xwe bo kesî vala nakin.
Roja Sêşembê 22ê Sibata 2022ê Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky gotareke vîdeoyî pêşkêş kir û tê de amaje bi wê yekê da ku Ukrayna êdî ne wek sala 2014an e û niha “artêşeke wan a bihêz heye.” Herwiha dibêje welatê wî ne deyndarê kesî ye û ti deynekî jî nade kesî.
Zelensky wiha dibêje “Em li ser axa xwe ne. Em qet ji tiştekî û hîç kesekî natirsin. Em qet ne deyndarê kesî ne û tiştekî jî nadin ti kesekî. Em ji wê piştrast in, ji ber ku niha ne meha Sibata 2014an e, lê Sibata 2022ê ye. Welatekî me yê cuda heye. Artêşeke me ya din heye. Niha yek armanca me heye, ew jî; aştî ye, aştî li Ukraynayê.”
Zelensky her wiha ji bo civîneke lezgîn bang liwelatên Forma Normandiya – Almanya, Fransa, Ukrayna û Rûsya kir û got “Niha pir girîng e ku em bibînin ka dost û hevkarê me yê rasteqîn kî ye û kî dê bi berdewamî bi peyvan Federasyona Rûsyayê ‘bitirsîne’.
Serokê Ukraynayê destnîşankir ku sînorên welatê wî baş têne parastin û mafê Ukraynayê heye ku xwe ji êrişên zêdetir ên Rûsyayê biparêze.
Zelensky diyar kir ku Ukraynayê daxwaza civîneke lezgîn ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kiriye û destnîşan kir ku divê şandeya çavdêriyê ya OSCE ya li Ukraynayê xebatên xwe yên ji bo pêşîgirtina li provokasyonan û zêdekirina rageşiyê bidomîne.
Ev di demekê de ye derengê şeva Duşembê 21ê Sibata 2022ê Vladimir Putin herdû deverên Donetsk û Luhansk ku dikevin herêma Donbasê, wek du komarên serbixwe nasandin û Putin di peyamekê de got, rojhilatê Ukraynayê axa Rûsyayê ye.
Putin bi hurgilî behsa dîroka çêbûna Ukraynayê kir û got, Rûsya û Ukrayna ne tenê du welatên cîran in, lê peywendiyên gelên wan ên kulturî û olî hene. Derbarê Herêma Donbasê de jî Serokê Rûsyayê got, rewşa herêmê gehiştiye asteke metirsîdar.
Rudaw
