• Tuesday, 24 February 2026
logo

Balyozê Ukraynayê: Neteweyên Yekbûyî bi vîrûsa Kremlinê ketiye

Gulan Media February 22, 2022 Nûçe
Balyozê Ukraynayê: Neteweyên Yekbûyî bi vîrûsa Kremlinê ketiye

Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî wê rêxistinê wek nexweş bi nav dike û dibêje: “Bi vîrûsekê ketiye ku Kremlinê belav kiriye.”

Piştî ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermî serxwebûna du navçeyên Donetsk û Luhansk ên Ukraynayê nas kir, Encûmena Asayişê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve di derbarê rewşa Ukrayna de civîneke awarte saz kir.

Di civîna Encûmena Asayîşê ya Navdewletî de ku li ser daxwaza Ukrayna û piştgiriya piraniya welatên rojava yên daîmî li encûmenê hat kirin, Balyozê Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî Sergiy Kyslytsya diyar kir, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî nexweş e û bi vîrûsekê ketiye ku Kremlinê, Koşka Serokatiya Rûsyayê belav kiriye û di destê welatên endam de ye xwe radestî wî vîrûsê bike yan rûbirûyê wê bibe.

Sergiy Kyslytsya got, “Neteweyên Yekbûyî nexweş e, Neteweyên Yekbûyî bi wê vîrûsê ketiye ku Kremlinê belav kiriye. Gelo Neteweyên Yekbûyî xwe dide dest? Ew di destê endamên wê de ye. Îro Kremlin bêje bi bêje daxuyaniya taybet bi Georgia ku di sala 2008an de derxistibû, bo Ukraynayê kopya kiriye, cîhaza kopyakirina Kremlinê gelekî baş kar dike, gelo dora çi welatekî din ê endamê Neteweyên Yekbûyî tê? Bersiva vê pirsê vekirî ye.”

Sergiy Kyslytsya tekez kir: “Em bangî Rûsyaya Federal dikin ku careke din bi jîrî û hurgilî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî bixwîne ku têde Sekreterê Giştî yê Rêxistinê biryara Rûsyayê ya îtirafkirina bi serxwebûna herdu herêman wek binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dibîne ku dijî Peymannameya Neteweyên Yekbûyî ye.”

Balyozê Ukrayanyê li Netewên Yekbûyî di berdewamiya axavtina xwe de destnîşan kir: “Li gor benda 51 a peymannameyê, mafê Ukraynayê heye yekalî û bikom jî berevaniyê li xwe bike, em pêbendê rêyên dîplomasî, aştiyane ne û li ser jî berdewam dibin. Ukrayna ji ti kesî natirse û ne deyndarê ti kesekî ye jî. Em niha di Sibata 2022ê de dijîn, ne Sibata 2014an ku têde Rûsyayê Nîvgrava Krîmyayê dagîr kir. Niha Ukrayna welatekî din e û artêşeke wê ya din heye, lê armanca me ya dawî aştî ye bo Ukraynayê, Ewropa û hemû cîhanê jî.”

Ev di demekê de ye derengê şeva Duşembê 21ê Sibata 2022ê Vladimir Putin herdû deverên Donetsk û Luhansk ku dikevin herêma Donbasê, wek du komarên serbixwe nasandin.

 

Top