• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Merîwanê Festîvala Leglegan hat lidarxistin

Gulan Media February 22, 2022 Corane
Li Merîwanê Festîvala Leglegan hat lidarxistin

Li gundê Deretfe yê bajarê Merîwanê li Rojhilatê Kurdistanê 1emîn Festîvala Leglegan hat lidarxistin. Gundê ku festîvala  lê festîval tê lidarxistin, bi navê "Warê Leglegan" tê naskirin.

Her sal di dawiya zivistanê û destpêka biharê de gola Zirîbar a Merîwanê mazûvaniya legleg û çûkên din ên koçber dike. Di vê demsala salê de ji bajarên cuda yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek kes ji bo dîtina wan çivîkan serdana bajêr dikin.

Gundê Deretfe yek ji wan sê gundên qeraxê gola Zirîbarê ye ku leglegan ew der ji xwe re kirine war. Li gundê ku bi navê “Warê Leglegan” tê binavkirin, xelkê gundî û xwezahezên îsal “1emîn Festîvala Leglegan” li dar xistin.

Endamê Meclîsa Gundê Deretfeyê Mihemed Bêkes got: “Her sal gelek legleg tên herêma me û hêlînên xwe çêdikin. Me jî îsal li ser navê wan ev çalakî li dar xist. Em hêvî dikin ku ev festîval di salên pêş de jî berdewam bike.”

Xwezaparêzên ku îsal 800 hêlînên nû ji bo leglegan çêkirine, bi vê festîvalê dixwazin balê bikşînin ser xwezaya herêmê û parastina ajelên kovî.

Xelkê herêmê di wê baweriyê de ne ku kesên ku zirarê didin van çûkên ku jê re dibêjin “Leglegên Hecî” dê zirarê dibînin.

Yek ji şêniyên gund Kerîm Nadirî jî got, “Ez bi xwe bûm şahidê rewşeke wiha. Kesê bi navê Alî leglega hecî kuşt, felaket nema nehatibe serê wî. Legleg ajelên pir bê zirar in ku ji xwezayê re bikêr in.”

Her sal bi hezaran geştyar ji bo dîtina balindeyan berê xwe didin Gola Zirîbar û gundê Deretfe. Hin kes xaniyan ji bo çend şevan bimînin bi kirê dikin, ev jî ji bo gundiyan dibe çavkaniya debarê.

Ji şêniyên gund Mehdî Silêmanî jî wiha got: “Her sal bi saya legleag gelek kes tên herêma me. Ev jî dibe alîkar ku gundê em were nasîn û bi pêş bikeve.”

Leglegên ku her sal di vê demsalê de tên Zirîbarê, di demsala payîzê de koçî başûrê Iraq, Sûriye û Urdunê dikin.

 

Rudaw

Top