PDK û Sedir û Siyade li ser rewşa Iraqê dicivin
Berpirsekî PDKê ragehand, di demek nêzîk de şandên PDK, bizava Sedir û erebên sunnî li ser rewşa Iraqê dicivin.
Berpirsê liqa 5 ya PDKê li Bexdayê, Şiwan Taha ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, di demek nêzîk de dê li ser banga Serok Mesûd Barzanî, civîna sê alî ya PDK, Sedir û Siyade (erebên sunnî) pêk were.
Şiwan Taha her wiha gotiye, ew civîn li ser rewşa aloz ya Iraqê ye û dê piştî wê jî bi aliyên din yên Iraqî re hevdîtin were kirin da ku pirsgirêk bi rengekî demokratîk bên çareserkirin.
Basnews
