• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rêveberekî Gorran: Hikûmeta Herêmê bi dahatekî kêm xizmetekî zêde bi avadanî û jiyana xelkê re kiriye

Gulan Media February 22, 2022 Nûçe
Rêveberekî Gorran: Hikûmeta Herêmê bi dahatekî kêm xizmetekî zêde bi avadanî û jiyana xelkê re kiriye

Endamekî Civata Niştimaniya Tevgera Gorran, derbarê Şasiwar Ebdulwahîd de ragehand, ew bazirganekî fêlbaze û pareyê hezaran malbatan xwarine û xelk wek gendel û parexwar wî pênase dikin.

Endamê Civata Niştimaniya Tevgera Gorran Kerîm Mexzî Qasim ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şasiwar Ebdulwahîd behsa wê yekê dike ku neft û gaza herêma Kurdistanê di bin çavdêriya hikûmeta Iraqê de dibe, lê ew ne gotinên siyasetmedarê profesyonel e, ji ber Bexda bixwe di gendelî û diziyê de xeniqiye, eger neft û gaza Herêma Kurdistanê bikeve bin destê hikûmeta Iraqê, ti gumanek di wê de tine ku ew beşa neft û gaza Herêma Kurdistanê ji aliyê erebên şovenîst ve dê bê dîzîn.’’

Herwaha got, hikûmeta Iraqê berdewam hewl daye Herêma Kurdistanê ceza bike, bêguman ceza jî mûçeyên hêzên Pêşmerge û kêmkirina budceya Herêma Kurdistanê ne. û got: Ew çend saleke hikûmeta Iraqê budceya Herêma Kurdistanê biriye û eger mehê carekî nîv nîv budceyek kêm ji bo Herêma Kurdistanê rêkiribe, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê li gel wê dahata kêm jî kariye xizmetê ji xelkê Kurdistanê re bike. Herwaha roleke baş lîstiye di avadankirin û parastina jiyana hemwelatiyan a ji vîrusa koronayê.’’

 

Basnews

Top