• Wednesday, 25 February 2026
logo

Kolberekî Kurd di bin barê giran de canê xwe ji dest da

Gulan Media February 21, 2022 Nûçe
Kolberekî Kurd di bin barê giran de canê xwe ji dest da

Kolberekî li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hilgirtina barekî giran canê xwe ji dest da.

Duh kolberekî Kurd yê xelkê navçeya Selas Bawecanî ya Kirmaşanê li nahiya Newsûd ya wê parêzgehê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, wî kolberî barekî gelekî giran hilgirtibû. Dema barê xwe digihîne cihê mebest, dilê wî disekine û canê xwe ji dest dide.

Navê wî kolberî Elî Dewîşanferd û 47 salî ye û bavê du zarokan e.

 

K24

Top