Ji Hoşyar Zêbarî bo BBC: Biryara red kirina berbijêrtiya min ne dadperwerane bû
Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî di hevpeyvîneke li gel kanala BBC ya Brîtanyayê de ragehand, biryara red kirina berbijêrtiya wî ya serokomarê Iraqê nedadperwerane bû, lê li gel wê jî rêz li biryarên dadgeha federal digrin.
Zêbarî di hevpeyvîneke li gel BBCê de teqez kir ku hevpeymaniya sêalî ya PDKê, Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Siyade berdewame û bihêz e.
Herwaha diyar kir biryara red kirina berbijêrtiya wî ya serokomarê Iraqê zordestî bû û destwerdan têde hatiye kirin.
Basnews
