Şêwirmendê Serok Barzanî: Bila aliyên Iraqî pabendî tevahiya Destûrê bin nek beşekî
Şêwirmendekî Serok Mesûd Barzanî dibêje, Herêma Kurdistanê amade ye tevahiya xal û bendên Destûra Iraqê bicîh bîne.
Şêwirmendê Serok Barzanî, Mesûd Heyder li ser facebooka xwe peyamek arasteyî hêz û aliyên Iraqî kiriye û gotiye, divê ew pabendî tevahiya Destûrê bin nek beşekî bicîh bînin û beşa din jî piştguh bavêjin.
Mesûd Heyder her wiha gotiye, Herêma Kurdistanê amade ye hemû xal û bendên Destûrê wek xwe bicîh bîne.
Wî şêwirmendê Serok Barzanî daye xuyakirin jî, pabendbûna hemû aliyan bi Destûra Iraqê, yekitiya xak û gel û serweriya Iraqê diparêze çimkî di destpêka Destûrê de jî hatiye gotin, pabendnebûn bi Destûrê, yekitiya xak û gel û serweriya Iraqê naparêze.
Basnews
