• Tuesday, 24 February 2026
logo

Dorpêça serbazî ya li ser gundekî Kerkûkê hat rakirin

Gulan Media February 21, 2022 Nûçe
Dorpêça serbazî ya li ser gundekî Kerkûkê hat rakirin

Piştî nêzîkî çar mehan, dorpêça ser gundekî Kerkûkê ya ji aliyê hêzên serbazî yên Iraqê ve, hat rakirin.

Ji ber dorpêça serbazî ya li ser gundê Şinaxe, rêgirî li cotkarên Kurd dihat kirin ku erd û zeviyên xwe bikolin û çandiniya xwe bikin, vê yekê jî xelkê gundê Şinaxe bi temamî bêzar kiribû.

Nûçegihanê K24ê Hêmin Delo ragihand: “Xelkê gund ji ber rakirina dorpêça serbazî ya li ser gund kêfxweş in û ji bo vê boneyê îro firavînê didin.”

Melayê gundê Şinaxe yê ser bi nahiya Sergeran, Sabîr Hesen ragihand: “Kurdistan24 roleke mezin lîst di gihandina peyama xelkê mezlûm de, em destxweşî li hemû wan kesan dikin ku alîkarên me bûn, bi taybetî Dr. Şaxewan (Ebdullah), Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, îro xelkê me gelek kêfxweş in bi rakriina wê dorpêça serbazî ku li ser gundê me bû.”

Li ser mijara erebkirin û kêşeya zeviyan, Sabîr Hesen diyar kir: “Dema maf veger xwediyên maf, wê wextê kêşe hemû bi dawî bibin, divê careke din milk werin tapokirin û bidin xwediyên wan.”

Welatiyekî din jî eşkere kir: “Em destxweşî li tîma Kurdistan24ê dikin, her dem li cem me bûn, herwiha spas bo hemû wan kesên ku alîkariya me kirin.”

 

K24

Top