• Tuesday, 24 February 2026
logo

Biden û Putin li ser Ukraynanê lihev kirin

Gulan Media February 21, 2022 Nûçe
Biden û Putin li ser Ukraynanê lihev kirin

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin lihev kirin ku lûtkeyeke “bingehîn” derbarê Ukraynayê de saz bikin, lê bi mercê şerê Ukraynayê neqewime.

Serokkomarê Fransayê bi telefonê ligel Putin axifî û piştî peywendiya telefonî Koşka Elyseeyê ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Amerîkayê Joe Biden herdu razî ne bicivin.

Koşka Spî jî nûçe piştrast kir, lê tekez kir ku eger Rûsya êrîşî Ukraynayê bike, lûtke hildiweşe.

Biryar e 24ê vê mehê wezîrên derve yên Amerîka û Rûsyayê bicivin û kar li ser amadekirina ajendeya lûtkeyê bikin. Berdevka Koşka Spî Jen Psakî ragihand ku ew herdem amade ne beşdarî proseya dîplomasiyê bibinû. Lê hevdem tekez kir ku ew amade ne bilez cezayên giran ferz bikin eger Rûsya Ukraynayê dagîr bike.

Macron, di 24 demjimêrên bihorî de ligel Serokê Amerîka, Serokê Rûsya, Serokê Ukrayna û Serokwezîrê Brîtanyayê peywendî daniye, lê hûrgiliyên tam ên wan peywendiyên telefonî nînin û herwiha ew yek jî ne diyar e ka lûtke li ku tê sazkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Antony Blinken têkildarî civîna li gel Rûsyayê ragihand, “Derbarê civîna me ya ligel Rûsyayê de, karê min wek dîplomat ew e ku ti astengekê li ber xwe nehêlin bi wê armanca bikaribin rê li ber şer bigrin. Eger her tiştek mabe bikim, amade me destê xwe biavêjimê. Serok Biden gelekî eşkere kiriye ku razî ye Serok Putin di her demekê de bibîne, bi her formekê. Eger ev hevkar be rê li ber şer bê girtin.”

 

Rudaw

Top