• Tuesday, 24 February 2026
logo

Banka Navendî ya Iraqê: Nirxê dolar sabîte û niyeta me tine em biguherin

Gulan Media February 21, 2022 Nûçe
Banka Navendî ya Iraqê: Nirxê dolar sabîte û niyeta me tine em biguherin

Îro 20.02.2022yê banka navendî ya Iraqê ragehand, nirxê dolar li hember dînarê Iraqê sabît dimîne û niyeta wan tine biguherin.

Ofîsa ragehandina Banka Navendî ya Iraqê beyanameyekî de amaje bi wê yekê kir ku ti niyetek tine ji bo guhertina nirxê xerc kirina dînar li hember dolarê Amerîkî, bi taybet jî piştî di dema borî de guhertina nirxê dînar li hember dolar encama wê erênî bûye.

Herwaha hat ragehandin ku civîna parlamentoyê jî bi amadebûna parêzgerê Banka Navendî pêkhatiye û teqezî li ser wê yekê hatiye kirin ku hewldanên hemû aliyan li gel hikûmetê ve dikare rewşa aboriya welat û jiyana hemwelatiyan bê baştirkirin.

 

Basnews

Top