Li Amerîkayê xwepêşandan li dijî Rûsyayê hat kirin
Li Washington DC a Amerîkayê bi sedan kes li nêzîkê Monûmenta Lincoln li dijî Rûsyayê dest bi xwepêşandanê kirin û piştevaniya xwe bo Ukraynayê nîşan dan.
Xwepêşanderan daxwaza yekîtiya axa Ukraynayê kirin û ji civaka navdewletî xwestin ku piştevaniya Ukraynayê bike û rê li ber hewlên Rûsyayê bo her êrîşekê bo ser wî welatî bigre.
Ev di demekê de ye ku Rûsyayê hejmareke zêde ya leşkerên xwe li ser sînorê ligel Ukraynayê belav kirine.
Welatên rojava Rûsyayê bi wê yekê tohmetbar dikin ku dixwaze Ukraynayê dagîr bike, lê Rûsya wê yekê red dike û wan zanyariyan weke îdia û propaganda bi nav dike.
Li aliyekî din, biryar e di çend rojên bihê de, Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin derbarê krîza Ukraynayê de bicivin, lê hêj cihê civîna herdu lîderan nehatiye aşkerekirin.
Ukrayna dixwaze tevli NATOyê bibe, lê Rûsya li dijî wê yekê ye û dibêje, NATO hêlên sor ên Moskowê yên ji bo ewlehiya niştimanî ya wî welatî derbas dike û tekez dike, ji bo nehêlana gef û metirsiyên li ser ewlehiya xwe ya niştimanî, çi pêwîst bike ew dê bikin.
