• Tuesday, 24 February 2026
logo

Şandeke Kongresa Amerîka: Em bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêrin

Gulan Media February 20, 2022 Nûçe
Şandeke Kongresa Amerîka: Em bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêrin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî  li bajarê Munchenê yê Almanyayê li gel şandeke bilind a Kongresa Amerîka civiyan. Di wê civînê de endamên Kongresa Amerîka diyar kirin ki ew bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêrin.

Îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoweya çalakiyên xwe yên li Konferansa Ewlekariya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel şandeke bilind a Kongresmanên Amerîka bi Serokayetiya Lindsey Graham civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî û rewşa Iraqê bi giştî û hewlên pêkanîna hikûmeta nû û pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Şanda Kongres dûpat kir ku Kongres bi girîngiyê li Herêma Kurdistanê dinêre û wan peywendiyeke bi hêz di navbera xwe de heye, bi berçavgirtina wan hemû gefan jî ku li navçeyê hene, em bawer in divê peywendiyên me bihêz bimînin û pêşve bibîn.”

Herwiha hat gotin ku Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî jî spasiya wan ji bo hevkarî û piştgîriya Amerîka ya ji bo Herêma Kurdistanê derbirî.

Di heman civînê de Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, berdewamiya piştgiriya wan a ji bo Herêma Kurdistanê ya ji bo nehiştin û ji navbirina yekcarekiya DAIŞê bi girîngî dane zanîn.

Her wiha di civînê de behsa biryara vê dawiyê ya Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ya di derbarê yasaya petrol û gaz li Herêma Kurdistanê hat kirin û hatin gotin ku ew biryar xizmeta aramiya rewşa Iraqê û çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federalî nake.

Top