• Tuesday, 24 February 2026
logo

Rapirsî: Ji sedî 55.6ê beşdarvanan deng nadin Erdogan

Gulan Media February 20, 2022 Nûçe
Rapirsî: Ji sedî 55.6ê beşdarvanan deng nadin Erdogan

Di rapirseyeke taybet a derbarê potansiyala dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de ji sedî 55.6ê beşdarvanan dibêjin ku ew di hilbijartina Serokkomariyê de dengê xwe nadin Erdogan. 

Navende Lêkolînên Civakî ya Yoneylemê encamên rapirsiya xwe ya derbarê potansiyala dengên Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan de ku  di navbera 4-10ê Sibatê de kiriye, ragihandin.

Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Eger hilbijartina Serokkomariyê bibe hûn dê dengên xwe bidin Erdogan an na?”

Ji sedî 55.6ê beşdarvanan gotine ku “ew bi ti awayî” dengê xwe nadin Erdogan. Ji sedî 33.2ê beşdarvanan jî bersiva “ez dê tekez” dengê xwe bidin Erdogan dane. Herwiha ji sedî 9.8ê beşdarbûyan jî dibêjin ew dengê xwe bikar nayînin. 

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan di hilbijartina 2018ê ya Serokkomariyê de li beramaber hevrikên xwe ji sedî 52.5ê dengan bidest xistibûn. Ji ber rewşa xirab a siyasî û aborî ya Tirkiyê di van salên dawî de helwêsta dengdêrên Tirkiyê ya li beramber Serokkomarê Tirkiyê guherî ye û roj bi roj dengên  Erdogan û partiya wî kêm dibin.

Herwiha pêkanîna Hevpeymaniya Cumhur ligel Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ku li beramber Kurdan helwêsteke dijwar pêşan dide û guherîna helwêsta hikûmeta AKPê li beramber Kurdan bû sedem ku li Bakurê Kurdistanê jî Erdogan bi aweyekî berçav dengên xwe ji dest bide.

Top