• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Fransayê civiya

Gulan Media February 20, 2022 Nûçe
Serok Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derveyê Fransayê civiya

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Munchenê ligel Wezîrê Derveyê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Munchenê yê Almanyayê îro Şemiyê 19ê Sibata 2022yan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de li gel Wezîrê Derveyê Fransayê Jean-Yves Le Drian civiya.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di destpêkê de Nêçîrvan Barzanî, spas û pêzanînên Herêma Kurdistanê ji bo hevkarî û piştgîriya berdewamiya Fransa ya ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir, paşê her du alî tekez li ser xwesta du aliyane ya pêşxistin û bihêztirkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa û dostayetiya di navbera wan de kir.

Di civînê de  herdu aliyan behsa kar û çalakiyên Balyozxaneya Fransa ya li Bexda û Konsolxaneya Giştî ya li Hewlêr kirin û  hewlên wan ên ji bo pêşvebirina peywendiyên Fransa li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, bilind nirxandin.

Li gor daxuyaniyê herdu aliyan di beşeke din a civînê de derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emnî ya li Iraqê de danustandina bîr û ramanan derbirin  û behsa wan metirsî û gefên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kirin.

Herwiha herdu aliyan behsa êrîşa dawî ya DAIŞê  ya li ser zîndana Heseke û bandorên wê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku peywendiyên Hewlêr – Bexda û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran û navçeyê, mijareke din civînê bûn.

Top