Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Polandayê hevdîtinek pêk anîn
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya Konferansa Asayîşê ya Munichê de ligel Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki hevdîtinek pêk anî.
Piştî hevdîtinê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsand: “Ez bi dîtina Serokwezîrê Polandayê kêfxweş bûm.”
Di twîta xwe de Mesrûr Barzanî diyar kir: “Piştî danûstandina pêwendiyên me yên telefonî yên sala borî, ez îro bi dîtina Serokwezîrê Polandayê Mateusz Morawiecki kêfxweş bûm.”
Herwiha destnîşan kir: “Li ser mijara van demên dawî ya koçberan, min spasiya Serokwezîrê Polandayê kir û me li ser wê yekê li hev kir ku em ji nêzîk ve pêwendiya xwe bidomînin.”
K24
