Nêçîrvan Barzanî Wezîrê Derveyê Hîndistanê peywendiyên dualî gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Wezîrê Derve yê Hîndistanê Subrahmanyam Cayşankar civiya û di civînê de derfetên ji bo pêşvebirina peywendiyên dualî yên di warên bingeha sermayeguzarî û weberhênana Hîndistanê de û vekirina deriyan ji kompanyayên Hîndiyan re hat gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvariya îro Semiyê 19ê Sibata 2022yanli dirêjahiya duyem roja hevdîtin û civînên xwe yên li Konferansa Ewlekariya Munchenê deli gel Wezîrê Derve yê Hîndistanê Subrahmanyam Cayşankar civiya.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de derfetên ber bi pêşvebirina peywendî û warên alîkariya hevbeşa Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Hîndistanê û bingeha sermayeguzarî û weberhênana Hîndî û vekirina deriyan bo kompanyayên Hîndiyan hatin gotûbêjkirin û di derbarê pêşhatên dawî ya rewşa siyasî û emniya Iraqê û navçeyê de bîr û ramanên xwe derbirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Derve yê Hîndistanê spasiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê derbirî ku ji bo wê piştgîriya li destê karê Hîndiyan dike û derfeta kar dide wan, herwiha behsa bernameya welatê xwe ya ji bo binyatan û pêşxistina şiyanên wan a li Herêma Kurdistanê kirin û dûpat kir ku dikarin di warê tendirustî û bankdarî û zanîngehê de meşq û rahênanê pêşkêş bikin.
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, ji bilî tekezkirina xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Hîndistanê, behsa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê kir ku komek pîşegerê karkerin û hemû piştgîriyek li wan tê kirin.
Li gor daxuyaniyê firehiya neteweyî û olî û dewlemendiya kultûra pêkvejiyan û serdana welatiyên Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriya pizîşkî li Hîndistanê û çend pirseke din ê girîng û hevbeş, mijarên din ên civînê bûn.
Rudaw
