• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Erebistanê civiya

Gulan Media February 20, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ligel Wezîrê Derve yê Erebistanê civiya

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Munichê yê Almanyayê ligel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Şazade Feysel Bin Ferhan civiya.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro şemiyê 19ê Sibata 2022yan roja duyem a Konferansa Asayîşê ya Munichê, ligel ligel Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Şazade Feysel Bin Ferhan civiya.

Di civînê de guherînên herî dawî yên Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî hatin gotûbêjkirin û tekezî li pêwîstiya berfirehkirina derfetên pêwendî û hemahengiyê yên ji bo mijarên ku cihê girîngiya herdu aliyan in, hatin kirin.

 

Rudaw

Top